Glenn Grothman: Pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê gelek baş in

"Ez hêvîdar im ev pêwendî bi sedsalan berdewam be, hebûna pêwendiya baş a Amerîka û Herêma Kurdistanê girîng e."

Washington (K24) – Kongresmanekî Amerîkî ji Kurdistan24ê re ragihand, pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê gelek baş in û ew hêvîdar in ev pêwendî bi sedsalan berdewam bin.

Endamê Kongresa Amerîkayê Glenn Grothman ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Ez hêviya bexteke baş ji bo hemû xelkê Kurdistanê dixwazim, niha pêwendiyeke baş a Herêma Kurdistanê ligel Amerîkayê heye, ez hêvîdar im ev pêwendî bi sedsalan berdewam be, hebûna pêwendiya baş a Amerîka û Herêma Kurdistanê girîng e.”

Glenn Grothman got: “Min li vir çend koçberên Kurd dîtin, ew kesên gelek baş in û wek sermayeyek in ji bo welat, ez hêvî dikim ku pêwendiyên me yên bazirganî werin berfirehkirin û di siberojê de Kurdistan bihêztir bibe.”