Li Wanê her cure xwepêşandan û çalakî hatin qedexekirin
Navenda Nûçeyan (K24) –Li bajarê Wanê ji bilî merasîm û çalakiyên fermî, her cure çalakî û xwepêşandan ji bo îro û sibe hate qedexekirin.
Di daxiyaniya Parêzgeha Wanê ya li ser biryara qedexeyê de hate diyarkirin ku, biryar ji bo parastina mal û canê welatiyan, nîzama civakî û asayîşa niştimanî, astengkirina aloziyan û jinavbirina pîlan û bernameyên têkderiyê yên rêxistinên terorê hatiye girtin.
Li bajarê Wanê, piştî derbeya leşkerî ya serneketî ya sala 2016an, çalakî û xwepêşandan bi berdewamî tên qedexekirin.