Droneke Tirkiyê xalên HSD û rêjîma Sûriyê li Minbicê dike armanc
Navenda Nûçeyan (K24) – Droneke Tirkiyê xaleke kontrolê ya Encûmena Leşkerî ya Minbicê û 3 xalên leşkerî yên hêzên rejîma Sûriyê li Minbicê kirin armanc, di encamê de hejmarek kes birîndar bûn.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, droneke Tirkiyê xaleke kontrolê ya leşkerî ya girêdayî Encûmena Leşkerî ya Minbicê ya ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve li gundê Toxar ê girêdayî Minbicê ya bombebaran kirin.
Rewangehê da zanîn, 3 xalên leşkerî yên hêzên rêjîmê li derdora gundê Toxar, bûn armanca droneke Tirkiyê û li gorî zanyariyên wê birîndar di nava hêzên rêjîmê de hene.
Ji aliyekî din ve, medyaya ser bi opozîsyona Sûriyê ve got, di encama bombebarana xala kontrolê ya leşkerî ya girêdayî Encûmena Leşkerî ya Minbicê de, 2 şervan birîndar bûne.