Mesrûr Barzanî serdana Buroya Rêxistinê ya PDKê li Duhokê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî li Duhokê serdana Buroya Rêxistinê ya PDKê kir.

Armanca serdana Cîgirê Serokê PDKê bo Buroya Rêxistinê ya PDKê li Duhokê, kombûn û gotûbêjkirina li ser bername, kar, plan û projeyên Partiya Demokrata Kurdistanê ye.

Serdana Mesrûr Barzanî bo Buroya Rêxistinê ya PDKê li Duhokê, du roj beriya salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) tê.

Piştî kongreya 14emîn, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li parêzgeha Duhokê, Buroya Rêxistinê vekir, ji bo ku zêdetir giringîdana bi herêmê û agahdarbûn ji rewşa xelkê.

Piştî lidarxistina kongreya 14ê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Piştîwan Sadiq wek Berpirsê Buroya Rêxistinê ya PDKê li Duhokê hat destnîşankirin.