Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Duhokê guhdariya daxwazên xelkê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşemê serdana çend taxên bajarê Duhokê kir, ligel xelkê civiya û guhdarî daxwazên wan kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana taxên Malta, Baroşka û Reza kir û guh da daxwazên xelkê wan taxan û amadehiya hikûmeta xwe bo xizmetkirina taxên hejar nîşan da.
Di berdewamiya civîna xwe ya li gel xelkê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: Ez îro bi fermana Serok Barzanî hatime serdana we, ew ê dikarîna me wek hikûmeta herêmê de be, em ê xizmeta we û taxên we bikin.
Yek ji daxwazên taxa Malta ya Duhokê, çakkirina rêyên taxa wan bû. Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî soz da ku hemû daxwazên wan cîbicî bike.
welatiyekî ji K24ê re ragihand: Rast e kêmbûna xizmetguzariyan heye, lê Serokwezîr hat cem me û guhdariya hemû daxwazên me kir û em di wê baweriyê de ne ku hemû daxwazên me dê bên bicih anîn.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê îro serdana Îdareya Serbixwe ya Zaxo jî bike û dê serdana çend tax û navçeyên Zaxoyê bike û dê projeya geştyarî ya Kornîşa Dalal veke.
Projeya geştiyariyê ya Kornîşa Dalal, yek ji mezintirîn projeyên geştiyariyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê ye, ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi 15 milyar dînar hatiye dirustkirin.
Projeya Kornîşa Dalal li ser rûberek 75 hezar metre çagoşe hatiye çêkirin, ji sedî 70 ê projeyê qadên kesk e û derfeta kar ji bo zêdetirî 2 hezar kesî peyda bike.