Mesrûr Barzanî: Divê saziyên hikûmetê bi yeksanî xizmetguzariyan pêşkêşî welatiyan bikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekezî li wê yekê dike: “Divê saziyên hikûmetê bi yeksanî xizmetguzariyan pêşkêşî welatiyan bikin.” Got jî: “Erkê sereke yê berpirsan xizmetkirina gelê Kurdistanê ye.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro danê sibê serdana Duhokê kir û wê derbarê de di postekê de ragihand: “Ez gelek kêfxweş bûm ku îro min serdana çend taxên bajarê Duhokê kir guhdarî gilî û daxwazên welatiyan kir. Divê saziyên hikûmetê bi yeksanî xizmetguzariyan pêşkêşî welatiyan bikin û cudahiyê nexin di navbera ti tax û devereke din û erkê sereke ya berpirsan xizmetkirina gelê Kurdistanê ye.”