Çiya Emîn: Bi piştevaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî Zaxo dê bibe bajarekî geştiyariyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêvebirê geştiyariyê li îdareya serbixwe ya Zaxoyê Çiya Emîn tekez kir, armanc û bernameya Kabîneya Nehem Hikûmeta Herêma Kurdistanê, giringîdana bi sektora geştiyariyê li Herêmê û pêşxistina wê ye.

Çiya Emîn ji K24ê re ragihand, bi piştevaniya rasterast a Serokwezîr Mesrûr Barzanî û ragihandina wî ya li ser berdewamiya projeyên geştyarî û xizmetguzariyê, Zaxo dê bibe bajarekî geştiyariyê.

Her wiha Emîn got: “Xewna xelkê Zaxoyê bi cîbicîkirina pirojeya geştiyariyê ya Kornîş Delal pêk hat. Vê pirojeya mezin jî, rûyê geştiyariyê yê Zaxoyê guhert û xala herî erênî ew e ku dê zêdetir veberhênerên biyanî bikişîne.”

Çiya Emîn berdewam kir: “Ev proje destpêka ketina Zaxoyê bo nav sîstema geştiyariyê ye, ku dê di rojên pêş de geşepêdaneke mezin bibîne.”

Di heman demê de, Rêveberê Geştiyariyê yê Zaxoyê aşkere kir, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo pêşxistina sektora geştiyariyê li seranserê Herêma Kurdistanê cidî ye.

Herwiha bal kişand ser wê yekê ku xwezaya Zaxo û cihê wê gelek stratejîk e, ji ber hebûna Deriyê Îbrahîm El-Xelîl ku geştiyarên biyanî zêdetir serdana wê herêmê dikin.

Ev daxuyaniya Çiya Emîn di demekê de ye, Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî 14.08.2023ê kornişa Delal a li Îdareya Xweser a Zaxoyê vekir.

Projeya geştiyariyê ya Kornîşa Dalal, yek ji mezintirîn projeyên geştiyariyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê ye, ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi 15 milyar dînar hatiye dirustkirin.

Projeya Kornîşa Dalal li ser rûberek 75 hezar metre çagoşe hatiye çêkirin, ji sedî 70 ê projeyê qadên kesk e û derfeta kar ji bo zêdetirî 2 hezar kesî peyda bike