Agir bi daristanên Çewlik, Meletî û Sêrtê ket
Navenda Nûçeyan (K24) – Li herêmên çiyayî û daristanên Çewlikê, Meletî û Sêrtê şewat derketin û hewlên vemirandinê tên dayîn.
Li bejahiya gundê Servî yê navçeya Genç a Çewlikê ji ber sedemeke nediyar agir bi daristanê ket.
Hin saziyên sivîl û welatî jî piştgiriyê didin xebatên vemirandinê yên ku ji aliyê Rêveberiya Daristana Çewlikê û tîmên agirkujê yîn Şaredariya Gençê ve hem ji bejayî û hem jî ji asmanî ve tên kirin. Xebatên kontrolkirina şewata ku bi bandora ba zêde bû, dewam dikin.
Li Taxa Ballikaya ya navçeya Hekîmxan a Meletiyê, li herêma çiyayî ya ku baxçeyên qeysiyan lê ne, ji ber sedemeke ku nediyar e şewat derket.
Şewata ku bi bandora ba mezin bû, tîmên Şaredariya Bajarê Mezin, Arguvan û Hekîmxanê û Rêveberiya Daristanan destêwerdana şewatê kirin.
Şewata ku li qada daristanî û herêma nêzî cihê nişticihbûnê bi bandor bû, bi destêwerdana tîman hat kontrolkirin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li gundê Gezgîn ê navçeya Baykan a Sêrtê di demjimêrên şevê de şewatek ku hêj sedema wê nehat zanîn derket.
Ji ber ku şewat bi bandora ba mezin bû, ji bo vemirandina şewatê ji parêzgehên Diyarbekir, Êlih û Şirnexê piştgirî hat xwastin.