Karsazekî Kurd CZN Burak û bavê wî li hev anî

Karsazê Kurd Rizgar Hesen Teyîb, şefê navdar CZN Burak û bavê wî li hev anî, ku bûbû demek navbera wan xera bû.

Navenda Nûçeyan (K24) – Karsazê Kurd Rizgar Hesen Teyîb, şefê navdar CZN Burak û bavê wî li hev anî, ku bûbû demek navbera wan xera bû.

Îro Sêşemê 15ê Tebaxa 2023an, medyaya Tirkiyê ragihand, şef Burak Ozdemîr û bavê wî Îsmaîl Ozdemîr li ser destê Karsazê Kurd ê xelkê Zaxo Rizgar Hesen li hev hatin.

Rizgar Hesen Teyîb karsazekî Kurd ê xelkê Zaxoyê ye, hevaltiya wî bi Burak û bavê wî re heye, piştî dirustbûna kêşeyekê di navbera CZN Burak û bavê wî de, hewla çareserkirinê da, niha jî Burak û bavê wî li hev anî.

Ev di demekê de ye ku şefê navdar û xwediyê restorantên CZN Burak, Burak Ozdemîr bi tometa xapandinê, derbarê bavê xwe de doz vekiribû.

Nakokiya navbera Burak û bavê wî ji ber wê yekê bûye ku bavê wî bêyî agahdariya Burak, mafê xwedîtiya restorantan ji sermayedarekî biyanî re firotiye.

Fly Erbil Advertisment