Koçberên kampên Serê Kaniyê gazinan ji kêmiya alîkariyan dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Kampa Waşokanî ya koçberên Serê Kaniyê ya li Hesekê ji sala 2019an ve hatiye avakirin û nêzîkî 16 hezar Kurd û Ereb lê dimînin. Koçberên kampê gazindan dikin, ku wekî pêdivî alîkariya wan nayê kirin û kampa wan ji alî rêxistinên mirovî ve hatiye piştguhxistin.
Koçber Şemsa Arif dibêje: “Kon riziyane û tiştek tê de nemaye, wek ku em li derve ne. Çar sal in em ji neçarî tê de rûniştine. Zarokên me nexweş bûne. Ev 6 meh in dermanê paqijkirinê nedane me.”
Di havînê de û di gel bilindbûna pileyên germê nexweşî di nava xelkê de belavbûne, di demekê de ku lênêrîna tendirstî li wê kampê di nizimtirîn ast de ye.
Koçber Fatima Elî jî dibêje: “Halê me ne ti hal e, ne alafeke şarkirinê heye ne aveke sar heye. Di nava kampê de mar, dûvpişk, mişk û kêzik gelek in. Rewşa me ne baş e. Nexweşî derketine.”
Ev kamp ji aliyê Rêveberiya Xweser ve bi awayekî lez hatiye avakirin, ji bo hewandina kesên ji ber êrîşên Tirkriyê û komên dijberiya Sûriyê revîbûn, tevî hebûna 8 rêxistinên mirovî û komeleyên xwecihî, lê koçberên wê dibêjin ew piştguhxistî ne.
Koçber Ebîr Mihemed diyar dike: “Di nava çar salên ku em li vê kampê de ne tiştek neguheriye. Havînê rewşa me xerabtir dibe, nanê me têr nake, li vir tiştek tune. Xwarina ku didin me têra me hemûyan nake. Zarokên min ên biçûk hene û nexweşî li nava kampê belav bûne.”
Kampa Waşo kanî li nêzîkî bajarokê Tiwîne li rojavayê Hesekê dikeve, derdora 16 hezar koçberên Serî Kaniyê û gunewarê wê lê bicih bûne. Berî niha rêxistina HRW jî di raporekê de behsa rewşa xirab a li wê kampê kiribû û gotibû kêmbûna dermanên paqijiyê, yek ji sedemên belavbûna nexweşiyan li wê kampê ye. Herwiha nêzîkî 400 malbat li wê kampê bê çadirê taybet in û gelek ji wan bi hevbeşî di bin yek çadirê de dimînin û yek destavê bikar tînin.