Li Diyarbekirê asta ava bendavê daket ji sedî 27ê

Li Diyarbekirê rêjeya tijîbûnê ya Gola Bendavê ya Devegeçîdiyê di 3 mehan de ji sedî 65an daket ji sedî 27ê.

Diyarbekir, wêne: AA
Diyarbekir, wêne: AA

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Diyarbekirê rêjeya tijîbûnê ya Gola Bendavê ya Devegeçîdiyê di 3 mehan de ji sedî 65an daket ji sedî 27ê.

Di gola bendavê de ya li ser çemê Devegeçidiyê ku xwedî 220 milyon sêca qebareya komkirina avê ye, masîgiriya ava şêrîn tê kirin.

Di gola ku bi mebesta avdaniya erdan tê bikaranîn de hejmarek gelek ajelên weke çivîkên koçber, reqên bejik û reqên sêlane dijîn.

Gola Bendava Devegeçîdiyê ku di van 2 salên dawî de ji ber kêmbûna baranê û germahiya zêde, hatiye asta ziwabûnê, îsal meha Hezîranê rêjeya wî ya tijîbûnê ji sedî 65 bû. Li parêzgehê piştî xebatên avdaniyê û zêdebûna pileya germahiya hewayê rêjeya tijîbûna bendavê daket ji sedî 27an.

Wêneyên ku meha Hezîran û Îlonê hatine girtin asta daketina avê derxist holê.

Serokê Beşa Biyolojiyê ya Fakulteya Zanistê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Ahmet Kiliç ji AAyê re daye zanîn ku sedema herî mezin a daketina asta avê, kêmbûna baranê û germahiya zêde ye.