Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê 3 xulên çalakiyên cuda jin û zarokan re vedike
Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê bi projeyên xwe yên piştevaniya civaka sivîl berdewam e û li navenda Koma Raperîn a Folklorî sê xulên karên destî, wênexêzî û fêrbûna dîlanan vekirin.
Di berdewamiya çalakiyên xwe de, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li navenda koma Raperîn a Folklorî ya li gundê Basûtê, sê xulên cuda yên rahênanê vekirine. Hejmareke jinên gund jî li wê navendê xwe fêrî karên destî dikin.
Hemîda Sîso dibêje: “Em pir kêfxweş in ji vê xuleyê re. Em li vê xuleyê, hem dema xwe derbas dikin û hem jî fêrî pîşeyekê dibin. Em pir kêfxweş im ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî van çalakiyan ji me re çêdike.”
Di xulê de grûpek ji ciwanên Basûtê li navenda Koma Raperîn fêrî hunera nîgarkêşiyê dibin û ji aliyê mamosteyên pispor ve têne rahênankirin. Endameke Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dibêje, armanca wan ew e xelkê vê deverê sûdeke baş ji van xulan werbigrin.
Endama Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Raperîn Xelîl dibêje: “Em wek Endameke Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, em li gundê Basûtê piştevaniya koma Raperîn dikin û 2 beşên din lê zêde kirin, ew jî nîgarkêşî û karên destan.”
Ji bilî karên destî û wênexêzî, xuleke fêrbûna dîlanên folklorî jî hat vekirin û tê de zarok li ser şêwaz û çawaniya semakirin û lîstina dîlanên Kurdî têne rahênankirin.