Tuncer Bakirhan: Pirsa Kurd ne dosyeyeke ewlehiyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, di civîna Meclisa Partiyê de derbarê geşedanên siyasî û pêvajoya aştî û çareseriyê de tekez kir ku aştî meseleya hevpar a tevahiya Tirkiyeyê ye û bang li opozîsyonê kir ku berpirsiyariyê bigire ser milê xwe, her wiha ji desthilatê jî xwest ku dest ji polîtîkayên ewlehiyê berde û gavên şênber biavêje.

Bakirhan di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji bo girtiyê nexweş ê giran Tuncer Saglam (yê ku serê sibehê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da) û Her wiha endama meclisa partiya xwe Nesrîn Aslan ku çend roj berê jiyana xwe ji dest dabû jî bi bîr anî.

Bakirhan bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên li zindanan û diyar kir ku ev canjidestdan baweriya bi pêvajoyê lawaz dikin: "Ez bang li rayedaran dikim; bila ev bibe mirina dawî. Çima girtiyên nexweş hîn jî li girtîgehan tên hiştin? Ev rewş bawerîpêkirinê ji holê radike."

Hevserokê DEM Partiyê destnîşan kir ku şer û pevçûnan berdêlên giran li aborî û pergala hiqûqî ya Tirkiyeyê bar kirine û divê çavkaniyên welêt li şûna şer ji bo refaha civakê bên xerckirin.

Bakirhan bi taybetî bang li partiyên opozîsyonê kir û got: "Ev pêvajo ya me hemûyan e. Eger serkeftina wê dê jiyana me hemûyan baştir bike, divê em di vê meselê de berpirsiyariyeke hevpar bigirin ser milê xwe. Di demekê de ku pêvajo di qonaxeke ewqas krîtîk de ye, hîn helwesteke layiqî girîngiya wê nehatiye nîşandan. Barê vê pêvajoyê tenê li ser milê kurdan yan tenê li ser desthilatê nayê hiştin."

Tuncer Bakirhan hişyarî da ku eger gavên şênber neyên avêtin, dê hêviya civakê veguhere fikaran û got: "Divê dewlet dest ji nêrîna teng a ewlehiyê berde. Pirsa Kurd û pêvajoya demokratîkbûnê wekî dosyeyeke asayîş û ewlehiyê nayê dîtin. Ev pêvajo ji bo Tirkiyeyê rêyeke derketinê ya dîrokî ye û divê ev derfet ji dest neçe."