Li Soranê agir bi benzînxaneyekê ket
Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê K24ê ragihand, îşeva (11.10.2023) li bajarê Soranê agir bi benzînxaneyekê ket.
Peyamnêrê K24ê got jî, xaniyên derdora benzînxaneyê hatine valakirin.
Çavkaniyek ji berevaniya sivîl a Soran ragihand, di encama agir de kesek birîndar bûye.
Herwiha got: Em hewl didin ku agir li derdora benzîxaneyê belav nebe.
Li gorî zanyariyan, piştî hewlên tîmên berevaniya sivîl, agir hat kontrolkirin.