Li asmanê Riyadê mûşekeke kruz a Hûsiyan hat şikandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Erebî ya bo Piştgiriya Yemenê ragihand, mûşekeke kruz a çekdarên Hûsî li asmanê Riyadê hat şikandin.
Berdevkê hevpeymaniyê Lîwa Rukin Turkî Malikî da zanîn, îro 7ê Mijdarê, sîstema bergiriya asmanî ya Siûdiyê mûşekeke kruz a Hûsiyan ku berî ku bigihîje armanca xwe, li asmanê Riyadê xistiye xwarê.
Ev pêşhat di demekê de ye, duh Lîwa Rukin Turkî Malikî li ser hesabê xwe yê "X"ê ragihandibû, hêzên bergiriya asmanî li asmanê bajarê Mekkeyê jî êrîşeke dronî pûç kirine.
Di nava 72 saetan de, ev duyemîn êrîşa dronî bû ku li ser bajarê Mekkeyê dihat kirin. Êrîşa berê roja 3ê Mijdarê pêk hatibû û hevdem jî du dronên din jî li asmanê Riyadê ji hatibûn xistin.
Li gorî zanyariyan, êrîşên bi dronên bombebarkirî û avêtina mûşekên balîstîk bo ser deverên cuda yên Siûdiyê, bi awayekî berbiçav zêde bûne.