Festîvala Karên Destan li Qaladizê hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Festîvala Perî ya Karên Destan li bajarokê Qeladizê yê ser bi Silêmaniyê ve, bi beşdariya 70 jinan hat vekirin.
Beşdara festîvalê Dîdar Aram ji K24ê re ragihand, festîval bi diruşmeya “Jin di dahênanê de pêşeng in” hatiye lidarxistin, tê 70 jin berhemên xwe yên destan li Parka Qeladzeyê nîşan dan.
Got jî: “Festîval duhî dest pê kir û îro bidawî dibe. Jin jî bi berhemên xwe yên destan ên wek xwarin, xemil û xêz, cilûberg, karên hunerî û gelek behreyên din beşdar bûne.”
Da zanîn jî: “Festîval ne tenê ji bo jinan e ku jêhatîbûna xwe nîşan bidin, lê di heman demê de ji bo firotina karên xwe yên destî ye, ku dikin jêderek din dahatê ji xwe û malbatên xwe re.”
Dîdar Aram amaje bi wê yekê kir, hejmarek ji beşdarên festîvalê derçûyên zanîngeh û peymangehan in û derfetên kar di sektora giştî û taybet de peyda nekirine, lewma sûd ji şiyanên xwe yên takekesî girtine, ta ku li ser lingên xwe rawestin.