Parlamentoya Tirkiyeyê Peymana Mekeyê pejirand

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Tirkiyeyê bi piranîya dengên parlamenteran Peymana Mekeyê ya Berevaniya Hevpar pejirand, ku armanc jê darêştina çarçoveyeke xurt a hevkarîya leşkerî û ewlehî ye bo bersinggirtina hevpar li dijî her destdirêjî û metirsiyekê li ser Siûdiye, Tirkiye û Pakistanê.

Parlamentoya Tirkiyeyê îro Pêncşem, 5ê Mijdara 2026ê, bi rengekê fermî Peymana Mekeyê ya Berevaniya Hevpar di navbera her sê welatên Tirkiye, Siûdiye û Pakistanê de pejirand.

Pejiradina vê peymanê di civîna giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê de bi dengên 279 parlamenteran hate yekalîkirin, ku tê de parlamentoyê madeya yekê ya peymanê pejirand. 

Ev peyman ji 16 madeyan pêk tê û çarçoveya giştî ya hevkarîyên ewlehî û leşkerî yên di navbera Siûdiye, Tirkiye û Pakistanê de destnîşan dike; wekî: parastina serwerî û silametiya axa her sê dewletan, bilindkirina şiyanên berevanî û hevahengiya hevpar di rûbirûbûna gefên ewlehî û diyardeya terorê de.

Her sê welatên Siûdiye, Pakistan û Tirkiyeyê di 7ê Tebaxa 2026ê de li bajarê Mekeyê peymana berevaniya hevpar îmze kiribû. Li gorî ragihandina hevpar a wê demê ya wan her sê welatan, ev peyman bi armanca bihêzkirina şiyanên bersinggirtinê yên hevpar li beranberî her destdirêjiyeke derve ye, ku li ser her yek ji van sê welatên hevpeyman bê kirin.