Helmet Kêsteyî: Armanca Korbenda MEPSê diyarkirina kêşeyan û çarekirina wan e
Navenda Nûçeyan (K24) – Gera Çarê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn ku wekî MEPS tê nasîn li 19ê vê mehê li Dihokê bi rê ve diçe. Berpirsê Ragehandina Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê radigehîne ku dê li Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn gelek tewerên giring bên behskirin, herwesa gelek alî û kesatiyên giring dê tevlî wê korbendê bibin. Got jî: Armanca Korbenda MEPSê diyarkirina kêşeyan û çarekirina wan e.
Berpirsê Ragehandina Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê Helmet Kêsteyî di bernameya Basî Roj a Kurdistan24ê de ragehand, “Ev korbend salane bi rê ve diçe û berî çend mehekan amadekarî ji bo korbenda îsal hatine destpêkirin, ku biryar e li 19ê vê mehê bi rê ve biçe.
Amaje da wê yekê jî ku gelek mêvan û kesatiyên giring li ser astê navxwe û derve dê tevlî wê korbendê bibin.
Herwesa ragehand, “Dirûşmê îsal ê Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn “Nûjenkirin, Pêdaçûn û Berhingarbûn ji bo paşeroja Rojhilata Navîn” e. Herwesa behsa wê yekê jî kir ku ev çend sal in li Rojhilata Navîn nexweşî û şer û alozî berdewam in.
Berpirsê Ragehandina Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê got: Di vê korbendê de gelek pirsên giring dê bên behskirin ku pirsên niha ne û ji bo merema çêbûna seqamgiriyê li Rojhilata Navîn gelek giring in.
Got jî: Armanca Korbenda MEPSê diyarkirina kêşeyan û çarekirina wan e. Di derheqa mêvanên vê korbendê de jî Helmet Kêsteyî got, “Nûner û serokên gelek aliyên siyasî yên Kurdistanê û Îraqê dê tevlî vê korbendê bibin, herwesa nûnerên gelek welatên Ewropayî û hejmareke zêde ya balyozên welatan li Îraqê jî dê tevlî wê bibin.
Helmet Kêsdteyî got: Di derheqa Herêma Kurdistanê de jî di vê korbendê de dê behsa du mijarên giring bê kirin, ya yekê peywendiyên Herêma Kurdistanê bi Hikûmeta Îraqê re û ya duyê jî ewlehiya deverê bi rengekî tevahî ye. Em dixwazin ji mêvanên navxwe û derve re bibêjin, niha di vê rewşa nearam û aloz de ya ku li Rojhilata Navîn heye, Kurdistan ji bo van danûstandinan bûye landikek ku bigehin encaman û aştiyekê bi rengekî tevahî ji bo Rojhilata Navîn.
Berpirsê Ragehandina Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê bal kişand ser wê yekê jî ku pirsa awareyan jî dê mijareke serekî ya civînên vê korbendê be ji ber ku li Herêma Kurdistanê pişka mezin a awareyan li Dihokê ye.
Helmet Kêsteyî ew yek jî eşkere kir ku Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn baştirîn rê ye ji bo gehandina deng û wêneyên rastîn ên Kurdan û Herêma Kurdistanê ji bo cîhanê.
Di derheqa giringiya vê korbendê ji bo Dihokê de jî got: Bi hatina mêvan û kesatiyên biyanî û navxwe, ew rastî dê ji bo wan eşkere bibe ku Kurdistan çend aram e û çend derfetên karî tê de hene û ji bo weberhênerên biyanî jî cihekî guncayî ye ku weberhênanê tê de bikin.
Helmet Kêsteyî got: Îsal nêzî 300 mêvanan dê tevlî vê korbendê bibin ku zêdetirî nîva wan jî biyanî ne.