Li Diyarbekirê 204 kîlo madeyên hişbirê hatin desteserkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Parezgariya Diyarbekirê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, li navçeyên Lice û Henî yên Diyarbekirê, ji aliyê hezên ewlehiye ve operasyonên cuda hatine kirin.
Di daxuyaniyê de hat aşkere kirin, 204 kilo madeyên hişbirê hatine desteserkirin û li 4 cihên cuda, 13 kîlo tovê kenevîrê hatine ditîn û jinavbirin.
Herwiha di operasyonê de bombeyek ku bi destan hatiye çêkirin hatiye desteserkirin.
Hat eşkere kirin ku li ser bûyerê kesek hatiye desteserkirin û lekolînan dest pê kiriye.