Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Zaxoyê kevirê bingehîn ê du projeyan datîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Zaxoyê kevirê bingehîn ê du projeyan datîne.
Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 18ê Mijdara 2023an li navçeya Rizgarî ya Zaxoyê kevirê bingehîn ê projeya navçeyeke pîşesazî û kargeha vezivirandina zibil û xaşakê datîne.
Projeya Navçeya Pîşesazî ya Zaxoyê
Ev proje li ser rûberek ji 800 donim erd tê avakirin û ji 108 kargehên curbicur ên wek, xwarin, vexwarin, madeyên paqijkirinê û tiştên din pêk tê, ji bilî dabînkirina pêdawîstiyên navxwe, ji bo başûr û naverasta Iraqê jî dê werin hinardekirin.
Herwiha 160 kargehên sarincê û normal û 80 embarên mezin ên meywe û sebzeyan tên avakirin. Beşek din ji herêma pîşesazî dê temîrkirina otombîlên mezin û kamyonan be, herwiha 24 pêşangehên kamyonan li navçeya pîşesazî dê hebe.
Projeya Navçeya Pîşesazî ya Zaxoyê, bi bihayê 50 milyar dînar tê avakirin.
Kargeha Vezivirandina Zibil û Xaşakê ya Zaxoyê
Projeyek din a ku îro dê serokwezîr kevirê wê yê bingehîn deyne, kargeha vezivirandina zibil û xaşakê li Zaxo ye ku bi bihayê 31 milyar dînar tê cîbicîkirin.
Proje dê di salek û nîvê de, bi baştirîn taybetmendî û dîzayna serdemyane were avakirin, ku dê 20% ji bermayiyan binax bike û 80% jî dubare bikar bîne.
Li kargehê, hemû kelûpel ji nexweşxane, klînîk û taqîgehên taybet û hikûmî tên wergirtin û bi otomobîlên xwe bo kargehê tên veguhestin. Hin kereste dê ji nû ve werin vezîvirandin, yên mayî jî dê bêne binaxkirin.