John Jenkins: Divê Hamas dîlan berde û ji bo dewletek ji Filistîniyan re bê avakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê berê yê Brîtanyayê li Iraqê John Jenkins piştrast kir, “Ti welatên kendavî xwe nadin aliyê Hemasê ji ber ku Hemas ji bo wan kêşe ye.”

Jenkins di Çaremîn Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn de ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî – Dihokê ve hat lidarxistin de got: “Tiştê ku di 7ê Cotmehê de qewimiye, di rastiyê de guhertineke radîkal e. Em dibînin ku Îsraîlî wê bi 11ê Îlonê binav dike.”

Got jî: “Hemas ne dewleteke serbixwe ye. Grûpeke terorîst a tundrew e. Tevgereke siyasî ya Îslamî ye. Hemas ne aktorekî siyasî ye ku tiştekî bidest bixe, ji ber vê yekê nakokiyên 7ê Cotmehê, dibe sedema guhertina siyaseta Îsraîlê.”

Jenkins got jî: “Îsraîl niha dixwaze axa xwe biparêze. Bi dîtina min ev siyaseteke rast e, ji bo ku piştrast be ku Hamas berdewam nabe. Gelek caran Îsraîlê ev tişt gotin. Eger hûn vê rewşê bi Peymana Îbrahîmî re bidin ber hev, her çend ev peyman demkî bûn jî, lê ji bo vê nakokiyê çareserî bûn.”

Amaje bi wê jî kir: “Pevçûn dê encamên wê bandorê li herêmê hebe. Çareserî diyar e: Divê Hamas dîlan berde û hewl bide ku dewletek ji bo Filistîniyan ava bibe.”

Herwiha got: “Hamas di dewleta Filistînê de wek partiyeke çalak tevdigere û ger hûn li Peymana Birahîm binêrin, tiştê ku em fêm dikin ew e ku Qeraxa Rojava careke din neyê dagirkirin. Bi dîtina min ev siyaseta rast e. Ev tê wê wateyê ku divê Îsraîl dagirkeriya xwe berfireh neke û Qeraxa Rojava jî negire nav xwe.”

Herwiha got, dewletên Kendavê û Misir xwe nadin aliyê Hamasê nadin, ji ber ku Hemas ji ber gelek sedeman, ji bo wan pirsgirêkek e û ew berdewamiya Îxwan Muslimîn e, ew dixwazin çareseriyekê bibînin û zemînekê ji bo gihiştina çareseriyekê amade bikin, lê Hemas ji wan astengan e.”