Li gelek bajarên herêma Marmarayê lehî rabû

Stenbol
Stenbol

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gelek bajarên herêma Marmarayê yên Tirkiyeyê lehî rabû û hejmareke mezin ji xanî û otomobîlan di bin avê de man.

Li bajarên wekî Stenbol, Bursa û Balikesîrê derengê şeva borî baraneke bihêz barî û di encamê de ava rûbaran rabû û gelek kolan û mal û otomobîlên welatiyan di bin avê de man.

Li gorî medyayê Tirkiyeyê, ji bilî ziyanên madî, ti ziyaneke canî rû nedaye û tîmên girêdayî şaredarî û parêzgehan, hewla pagijkirina kolanan û malên ku di bin avê de mane didin.