Paşkoyeke girêdayî olan li COP28ê tê vekirin û danûstandin li ser keşûhewayê tên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo cara yekê di dîroka konfirans û kopîtkên bilind de ku bi sedan serkirdeyên bilind ên cîhanî tevlî wan dibin, paşkoyeke taybet ji bo olan di kopîtk û konfiransa COP28ê a vê carê de tê vekirin.
Îro roja Pêncşemê, 30ê Mijdara 2023ê, Kopîtka Cîhanî ya Keşûhewayê COP28 li bajarê Dubey dest bi karên xwe kir û hejmareke zêde ya serok û serkirdeyên cîhanê dê tevlî wê bibin.
Kopîtka vê carê ya COP28ê dê ji carên din cuda be, paşkoyeke taybet ji bo olan tê vekirin, ku Civata Danayên Misilman bi hevkariya serokatiya vê konfiransê û Wezareta Lêborîn û Pêkvejiyanê ya Îmaratê û bernameya Neteweyên Yekgirtî ya girêdayî jîngehê hatiye rêkxistin, û armanca wê çêkirina sekoyeke cîhanî ye ji bo guhertina dîtin û nerînan û peydakirina çareseriyan ji bo bihêzkirina dadperweriya jîngehî, herwesa tevlîkirina komeleyên olî û biryardêran û aliyên bibandor ên komeleyên medenî bi merema peydakirina nerîneke hevpar ji bo berhingarbûna gefên guhertina keşûhewayê.
Biryar e ev paşko zêdetirî 65 rûniştin û gengeşeyan rêk bixe ku tê de 325 kes ji neh olên cîhanê, taybet Îslam, Kiristiyan, Cihû, Hindûsî, Behaî, Zerdeştî, Budî û Sîx û xwecihên resen, dê tevlî danûstandinan bibin. Herwesa zêdetirî 70 rêkxistin û dezgehên cuda cuda yên cîhanê û taybet rêkxistinên ciwanan û dezgehên olî û komeleyên girêdayî jîngehê û rêkxistinên gelên resen û rêkxistinên jinan û rêkxistinên arîkariyên mirovî jî dê tevlî wê dibin.
Kopîtka Cîhanî ya Keşûhewayê COP28 dê li rojên 1 û 2 ên Berçileya 2023ê li bajarê Dubey bi amadebûna hejmareke zêde ya serok û serkirdeyên cîhanê bi rê ve biçe.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî li ser daxwaza Cîgirê Serokê Îmaratê û Serokwezîr û Dadwerê Mîrgeha Dubey Şêx Mihemed bin Raşid al Mektûm tevlî vê kopîtkê dibe ku di roja neteweyî ya Îmaratê de ye.