Koçberek li kampa Çemşiko ya Zaxoyê hat kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li kampa Çemişko ya li Zaxoyê, koçberekî Kurd ê Êzidî bi guleyeke nerasterast hat kuştin.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, îro danê sibê li kampa Çemişko ya Zaxoyê guleyek li serê koçberekî Kurd ê Êzidî ket û canê xwe jidest da.
Navê kesê hatiye kuştin, Şukir Xwedêda Hesen e, 54 salî ye û bavê 7 zarokan e. Malbata wî jî dibêje, dema ku ew li bin konê xwe rûniştibû, guleyek li serê wî ketiye.
Li Zaxoyê 4 kampên koçberên Kurd ên Êzidî hene. Li kampa Çemişko jî nêzîkî 26 hezar kes dijîn ku 700 metreyan dûrî navenda Koleja Leşkerî ya Zaxoyê ye.
Beşek ji rûniştvanên kampê ji K24ê re gotin, tê pêşbînîkirin ku ew gule bi şaşî di dema rahênana leşkerî ya li hundirê Koleja Leşkerî ya Zaxo de hatine avêtin.
Lê heta niha Koleja Leşkerî û hêzên asayîşa Zaxoyê ti agahiyek derbarê vê bûyerê de nedane û ew gotegot jî nehatiye piştrastkirin.
Li gor wêneyên ku li cihê bûyerê ketine destê K24ê, guleyek li kamyoneke barhilgir a (du tonî) ketiye û guleyeke din jî li konê Şukir Xwedêda Hesen ketiye.