Li sê parêzgehên Herêma Kurdistanê binkeyên dengdana taybet hatine vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Proseya dengdana taybet bo hilbijartinên Encûmenên Parêzgehên Iraqê îro 16.12.2023an birêve diçe, li sê parêzgehên Herêma Kurdistanê jî sindoqên dengdanê ji bo koçber û hêzên çekdar û ewlehiyê yên ser bi wezaretê Berevanî û Navxwe yên Iraqê ve hatine danîn.
Li parêzgeha Hewlêrê 15 hezar û 492 leşker û karmendên asayîşê mafê wan ê dengdanê hene û 12 binkeyên dengdanê ji wan re hatine vekirin. Herwiha 7 binkeyên dengdanê jî, ji 5 hezar 23 koçber re hatine vekirin.
Li parêzeha Silêmaniyê, 23 hezar û 402 dengdar ji hêzên çekdar û asayîşê dikarin li 15 binkeyên dengê xwe bidin. Di vê navberê de jî, 3 hezar û 815 koçber dikarin dengê xwe li 5 binkeyên din bidin.
Li parêzgeha Dihokê jî, 14 hezar û 788 dengder ji hêzên çekdar û asayîşê dikarin li 11 binkeyên dengdanê dengê xwe bidin. Herwiha 39 hezar û 422 koçber jî dikarin dengê xwe li 23 binkeyan bidin
Dengdana taybet bo hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê (ji bilî parêgehên Herêma Kurdistanê) îro (16/12/2023) tê kirin û hilbijartinên giştî jî di roja 18ê vê mehê dê were kirin.
Li seranserê Iraqê jî, 1 milyon û 2 hezar û 393 dengder ji hêzên çekdar û dezgehên ewlehiyê dikarin di hilbijartinên taybet de dengê xwe bidin û 565 navendên dengdanê ji bo wan hatin vekirin.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand, 500 rêxistinên navdewletî û herêmî dê beşdarî çavdêriya hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê bibin.