447 malbatên din ên koçber vegeriyan Serê Kaniyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya heştemîn karwana vegera koçberan de, îro 447 malbatên xelkê Serê Kaniyê yên ku li kampên parêzgeha Hesekê diman, vegeriyan ser mal û milkên xwe yên li navenda bajêr û gundewarê wî.

Ev pêngav piştî wê yekê tê, duh jî di çarçoveya karwana heftemîn de, 370 malbatên din ên koçber berê xwe dabûn cih û warên xwe li herêmê. Bi vî rengî, ji nava 12 hezar malbatên ku berê ji Serê Kaniyê koçber bibûn, heta niha nêzîkî 4 hezar malbat bi rêya karwanên fermî vegeriyane ser axa xwe.

Derbarê berdewamiya vê proseya vegerê de, Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Hesekê Mehmûd Xelîl di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de eşkere kir ku pilana vegerandina koçberan didome û got: “Di hefteya bê de biryar e derdora 1,000 malbatên din ên koçber ji bo Serê Kaniyê werin vegerandin.”

Pêvajoya vegera koçberên Serê Kaniyê bo warê bav û kalan di 10ê Tebaxa 2026an de bi derketina karwana yekem bi fermî dest pê kiribû.

Birêvebirin û çavdêriya vê pêvajoyê rasterast ji aliyê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê ve tê meşandin. Pêvajo bi hevahengiya çendîn aliyên mirovî û ewlehiyê dimeşe, da ku derbasbûna karwanan bi awayekî rêkûpêk û ewle pêk were û pêdiviyên bingehîn ji bo xelkê vegeriyayî werin dabînkirin.