Mîrê Kuweytê Newaf El-Ehmed El-Sebah koça dawiyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Dîwana Amirî ya Kuweytê ragihand, Mîrê Kuweytê Newaf El-Ehmed El-Sebah îro di 86 saliya xwe de koça dawiyê kir.

Wezîrê Karûbarên Dîwana Amirî li Kuweytê Şêx Mihemed Ebdullah El-Mubarek El-Sebah pêştir di 29ê Mijdarê de ragihandibû ku Şêx Newaf El-Ehmed El-Cabir El-Sebah derbasî nexweşxaneyê bûye.

Şêx Newaf El-Ehmed El-Cabir El-Sebah di 29ê Îlona 2020an de wek Emîrê Dewleta Kuweytê desthilatdarî girtibû ser milê xwe ku di 20ê Sibata 2006an de bûbû welîehd.