Parlamentoya Tirkiyeyê lîjneyekê bo çavdêrîkirina proseya aştiyê çê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand ku proseya aştiyê bêyî derengmanê tê birêvebirin û ji bo çavdêrîkirina wê proseyê jî lîjneyeke taybet a parlamentoyê tê damezrandin.
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş îro În, 6ê Mijdara 2026ê, di gotarekê de, ku di merasîma destpêkirina sala xwendinê ya 2026-2027ê de li Zanîngeha Inonuyê li bajarê Meletiyê pêşkêş kir, ragihand ku proseya aştiyê di dîroka komara Tirkiyeyê de dê bibe pirs û projeya herî giring a sedsala duyê ya wê komarê.
Numan Kurtulmuş amaje jî da: “Tirkiyeyeka dûr ji terorê di dîroka komara me de pirsa herî cidî bû û dê giringtirîn projeya sedsala wê ya duyê jî be. Em dê serkeftî bin.”
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê herwisa got: “Bi baweriya min, hûn jî hevnerîn in ku rûbirûbûna terorê yek ji erkên giran û bizehmet ên komara Tirkiyeyê bû di sedsala wê ya yekê de, ji ber wê gelê Tirkiyeyê xûkeka giran bi qurbankirinê daye û bi hezaran kes hatin kuştin, ji bilî vê jî Tirkiye tûşî zirareka mezin a aborî bû ku qebareya wê ji 2.3 trîlyon dolaran zêdetir e.”
Numan Kurtulmuş di derheqa proseya aştiyê de jî ragihand ku lîjneyeka çavdêriyê ya girêdayî proseya aştiyê li parlamentoyê tê pêkanîn û dê dest bi karên xwe bike, herwisa tekez jî kir ku ew prose bêyî tu derengmanekê tê birêvebirin.
Navbirî da zanîn jî ku di du salên borî de di çareserkirina giringtirîn arêşeya Tirkiyeyê de pêşveçûneke mezin hatiye bidestxistin û piraniya partiyên siyasî jî piştgiriya vê proseyê dikin. Herwisa ragihand ku ew prose bi awayekî zelal tê birêvebirin û Parlamentoya Tirkiyeyê wekî çavdêr pêngav û karan dişopîne.
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê herwisa da zanîn jî ku Desteya Serokatiya Komarê jî ji nêz ve çavdêriya pêşveçûnan dike, herwisa di dema pêdivî de jî amadekariyan qanûna nû dike û pêşkêşî parlamentoyê dike.
Di bersiva pirsiyarekê de di derheqa dema damezrandina wê lîjneya parlamentoyê de jî, Kurtulmuş piştrast kir ku ti derengmanek li holê nîne û parlamento bi tevlîbûneka berfireh a aliyan pêngavan diavêje.
Ev gotinên Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê di demekê de ne ku di nav xelkî de pirsyar li ser cidîtiya Hikûmeta Tirkiyeyê di avêtina pêngavên pratîkî de tên kirin.
Piştî wê yekê ku di salên 2024 û 2025an de ji aliyê PKKê ve pêngavên berçav hatin avêtin – di serî de jî biryara kongreya 12ê ya xwehilweşandina rêkxistina û şewitandina çekan ji aliyên komeka gerîlayan ve di Tîrmeha 2025ê de – gelek çavdêr û aliyên siyasî dibêjin ku Enqereyê heta niha pêngavên cidî yên qanûnî û avaker neavêtine û bi rêya kuştina demê û sozên dûr û dirêj, prosesê sist dike, bêyî ku mekanîzmayên zelal ji bo çareserkirina demokratîk a pirsên bingehîn pêşkêş bike.