Serokwezîr Mesrûr Barzanî rêya stratejîk a Korê – Şeqlawe – Qendîl vekir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 5ê Mijdara 2026an, projeya stratejîk a rêya (Korê – Şeqlawe – Qendîl) li ber welatî û şofêran vekir.

Ev projeya binesaziyê ku bi lêçûna 90 milyar dînarên Iraqî hatiye cîbicîkirin, wek yek ji girîngtirîn projeyên herêmê tê hejmartin. Proje bi temamî bi destê hêza kar a xwemalî û bi kalîteyeke bilind a endazyariyê hatiye çêkirin.

Dirêjahiya vê rêya nû 10 kîlometre ye û bi awayê dusedî hatiye avakirin. Ji bo hêsankirina trafîkê û kêmkirina qerebalixiya otomobîlan, sê hevbirînên rê yên nûjen li ser rêyê hatine çêkirin.

Beşekî herî sereke û stratejîk ê projeyê ji her du tunelên nûjen ên "Mîrawe" û "Maweran" pêk tê ku li gorî standardên herî bilind ên navneteweyî hatine temamkirin.

Vekirina vê rêyê rasterast bandorê li asankirina trafîka herêmê dike; dema rêwîtiyê ya di navbera bajarê Hewlêrê û Îdareya Serbixwe ya Soranê de bi qasî nîv saetê kêm dibe. Ev yek jî ji bilî asankirina çûnûhatina rojane ya welatiyan, dê tevgera bazirganî û geştiyariyê ya deverê bi rengekî berbiçav geş bike.

Serkeftina temamkirina vê projeyê bi şiyanên navxweyî, nîşaneya bawerî û girîngîpêdana berdewam a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye bi kompanî û hêza kar a xwemalî di birêvebirina projeyên mezin û stratejîk de.