Li Stenbolê Mihrîcana Nan û Masiyan birêve çû

Stenbol (K24) – Şaredariya Maltepeyê ya Stenbolê, bi mihrîcanekê xwarina nan û masiyan ku nav û dengên wê li cîhanê belav bûye, li taxên Maltepeyê belav dike. Hat ragihandin ku di çarçoveya mihrîcanê de 20 hezar nan û masî hatine belavkirin.

Şaredariya Maltepeyê ya Stenbolê, Mihrîcana 6emîn a Nan û Masiyan ku êdî bûye wekî kevneşopiyeke şaredariyê, li dar xist. Mihrîcan, li Taxa Aydinevler a Maltepeyê hat lidarxistin û bi beşdariya Serokê Şaredariya Maltepeyê Elî Kiliç bêhina Behira Reş li Maltepeyê hat belavkirin. Serokê Şaredariya Maltepeyê Elî iliç diyar kir ku wan 20 hezar nan û masî belav kirine û her hefte dê li taxekê vê çalakiyê bikin.

Serokê Şaredariya Maltepeyê Elî Kiliç ji K24ê re got: “Me çalakiya xwe ligel komeleyên Behira Reş reş kir. Ev çalakî, êdî çalakiyeke me ya kevneşopî ye ku em her sal dikin. Ev çalakî jî dibe sedem ku em bi welatiyan re bicivin. Çalakiyên me bi vê re ne sînorkirî ne. Em di seqema sibehê de şorbeya germ jî belav dikin. Êvaran jî di derketina metroyan de em qehweyê belav dikin.”

Mihrîcana ku bê pere hat kirin, rastî eleqeyeke baş hat. Elî Kiliç jî di mihrîcanê de derbasî ber dezgehekî masiyan bû û bi destên xwe masî pehtin û li xelkê belav kirin. Her wiha lîstik û newayên herêmî jî mihrîcanê rengîntir kirin.

Welatî: “Ev çalakiyeke gelek xweş e û em dixwazin bi berdewamî bê kirin. Gelek xweş e ku li taxa me çalakiyeke wiha rengîn tên kirin. Min tama nan û masî gelek eciband.”

Welatî: “Çalakiyeke gelek xweş e û ji bo welatiyan tiştekî gelek baş e. Em spasiya şaredarê xwe dikin. Nan û masiyên wan gelek bi tahm in. Niştecihên Maltepeyê jî eleqeyeke baş nîşanî vê mihrîcanê da.”

Niştecihên Maltepeyê, bi beşdariya stran û newayên hunermandan, rojeke xweş derbas kir. Ev mihrîcan, dê di rojên pêş de li taxên din jî berdewam be.