Bazara Hewlêrê bi darên herdem kesk û gulan tê xemilandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi armanca zêdekirina qadên kesk û ciwankirina rûyê bajêr, Rêveberiya Endazyariya Parkan a Hewlêrê li nava bazara bajêr dest bi çandina cureyekî taybet ê daran kir. 

Rêveberê Endazyariya Parkan li Hewlêrê Rêwan Îsmaîl Ebûbekir ji Kurdistan24ê re ragihand: “Armanca me zêdekirina rêjeya keskahiyê ye, bi taybetî li navenda Hewlêrê. Ji ber vê sedemê me ev cureyê darê hilbijart ku gulên sor digire û dîmenekî gelekî xweşik dide paytextê.”

Derbarê taybetmendiyên vî darî de, Rêwan Îsmaîl diyar kir ku ev cure ji bo jîngeha bajêr gelekî guncaw e û got: “Bilindahiya van daran tenê di navbera 2.5 heta 3 metreyan de dimîne, lewma tevlîhevî û pirsgirêkan ji bo têlên elektrîkê çênake. Her wiha bi temamî li gorî seqaya Hewlêrê ye; dikare li hemberî germahiya di navbera 55 heta 60 pileyan de û di sermayê de jî heta du pileyên bin sifirê li ber xwe bide.»

Rêveberê Endazyariya Parkan da zanîn, ji ber qerebalixa nava bazarê, proje dê qonax bi qonax berdewam bike heta ku hemû cadeyên sereke yên navenda bajêr bi van daran bên xemilandin.

Ji ber livûtevgera zêde ya nava bazarê û ji bo parastina daran ji zirarê, erkê xwedîlêderketin û avdana daran ji bo wan dikandaran hatiye hiştin ku dar li ber deriyê wan hatine çandin. Di heman demê de tîmên çavdêriyê yên şaredariyê jî dê li herêmê bi berdewamî çavdêriya şînbûn û geşebûna daran bikin.

Di dawiya axaftina xwe de, Rêveberê Endazyariya Parkan bang li hemû welatî û dikandaran kir ku ji bo zêdekirina hezkirina jîngehê û parastina paqijî û aramiya paytextê, bi erênî tevbigerin û bibin alîkar di parastina van daran de.