Li Qonaxa Cemîl Paşa berhem û belgeyên dîrokî tên pêşandan

Diyarbekir (K24) – Li Qonaxa Cemîl Paşa ku yek ji avahiyên dîrokî yên Diyarbekirê ye; gelek belge, wêneyên kevin û berhemên giranbuha tên pêşandan. Li qonaxa 130 salî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve wekî Muzexaneya Bajêr a Diyarbekirê tê bikaranîn, ji gelek aliyan ve dîroka bajêr radixe ber çavan.

Qonaxa Cemîl Paşa, yek ji wan avahiyên dîrokî ye ku di di navbera salên 1888 û 1902yan de ji aliyê Parêzgarê Yemenê Ekrem Cemîl Paşa yê Kurd ve hatiye çêkirin. Li avahiya ku ji aliyê malbata Cemîl Paşa ve bê berdêl ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê hatiye dayîn û wekî muzexane tê parastin, gelek berhem û belgeyên li ser dîroka Diyarbekirê hene. Rêveberên Muzexaneyê, di derbarê xebatên çanda bajêr de ev agahiyan dan:

Gerînendehê Muzexaneya Bajêr a Diyarbekirê Ercan Alpay ji K24ê re got: “Xebatên me yên li vê muzexaneyê, hem li ser çanda Diyarbekirê ne hem jî li ser dîroka Diyarbekirê ne. Yek ji van xebatan jî lêkolîna çandên ne şênber in. Wekî mînak, kevneşopiyên Diyarbekirê hene, kevneşopiyên me yên dîlanan hene ku ketine nav hêwanan û di nav 3 saetan de diqedin. Berê ev dîlan 3 şev û 3 roj bûn. Darika zavayî hebû, berbûrî hebûn, kevneşopiyên me li gorî şertên cîhanî wenda bûne. Niha jî em em wan çandên xwe derdixin holê û li Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê qeyd dikin.”

Ev bûkaniya ku bi hevrîşimê xas û tayên zêrîn hatiye nexişandin jî aîdê neviya Cemîl Paşa, Şermîn Xan e ku ji aliyê dirûnkarên navdar ên serdemê ve hatiye dirûtin. Berhemên xêzkariyê yên Şermîn Xan ku di serdema xwe de wekî şêwekara yekem a modayê jî tê naskirin, di wê demê de li Brîtanyayê bûne mînakên modayê û banû û keybanûyan ji xêzên wê cil û bergan li xwe kirine. Geştiyarên ku serdana qonaxê jî dikin, bi hînbûna van agahiyan dilxweş dibin.

Geştiyar Hesen Bariş Gultekîn dibêje: “Ji ber ku beriya niha Cemîl Paşa û malbata xwe li vê derê jiyane, hin tiştên aîdê wan jî tên pêşandan. Geştiyar jî tên, temaşe dikin da ku çanda me fêm bikin. Tevkariya vê qonaxê ji bajarê me re gelek e. Dema ez têm vê derê, ez van kevirên reş dibînin, bêhina min derdikeve.”

Li Qonaxa Cemîl Paşa, 1445 berhem û belgeyên dîrokî tên pêşandan. Di demsalên havîn û biharê de heftane 1500 kes serdana vê qonaxê dikin. Niha jî hewil tê dayîn ku xebatên çandî yên ji bo Diyarbekirê zêdetir bên kirin.”