Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Ez êrîşa tirsonek a li Kirmanê şermezar dikim

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber êrîşa li bajarê Kirmanê yê Îranê hevxemiya xwe nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 3ê Çileya 2024an li hejmara xwe ya tora civakî “X” nivîsî: “Ez êrîşa tirsonek a li bajarê Kirmanê şermezar dikim.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Pirse û sersaxiyê li malbatên qurbaniyan û hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê dikim û hevxemê wan im.”

Îro di merasîmên bîranîna fermandarê berê yê Supaya Qudisê ya Pasdarên Îranê Qasim Silêmanî li bajarê Kirmanê de, du teqîn rû dan û zêdetir ji 100 kesî hatin kuştin û 140 kesên din jî birîndar bûn.

Fly Erbil Advertisment