Nêçîrvan Barzanî êrîşa li bajarê Kirmanê yê Îranê şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê teqîna li bajarê Kirmanê ya Îranê de peyamek belav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamê de got: “Em vê teqînên terorîstî yên ku îro bajarê Kirmanê ya Komara Îslamî ya Îranê kirine armanc şermezar dikin ku di encamê de bi dehan welatiyên Îranê canê xwe jidest dan û birîndar bûn.”
Nêçîrvan Barzanî got jî: “Em sersaxiyê ji serkirdatî, hikûmet û gelê Komara Îslamî ya Îranê re dixwazin û hevsoz û hevxemên wan in. Xwedê giyanê qurbaniyan di mihrîbaniya xwe şad bike û sebir û aramiyê bide malbatên wan û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.”
Îro di merasîmên bîranîna fermandarê berê yê Supaya Qudisê ya Pasdarên Îranê Qasim Silêmanî li bajarê Kirmanê de, du teqîn rû dan û zêdetir ji 100 kesî hatin kuştin û 140 kesên din jî birîndar bûn.