Îbrahîm Simo: Êrîşa Îranê Kurd li navxwe û derve li hev kom kirin
Navenda Nûçeyan (K24) Mamostayekê zanîngehê ku herwesa şirovekerekê siyasî ye jî amajeyê dide, “Êrîşên hovane yên Komara Îslamî ya Îranê Kurd li navxwe û derve gehandin hev û ew hemî li dor wê karesatê kom kirin”.
Mamostayê Zanîngehê û Şirovekerê Siyasî Îbrahîm Simo doh (Pêncşem, 25.1.2024) taybet ji K24ê re got, “Rojhilata Navîn bi rengekê giştî keftiye nav gêleşok û aloziyeka siyasî, ewlehî, serbazî û aborî, lê Herêma Kurdistanê yekane dever e ku seqamgirî û tenahî tê de berqerar e”.
Îbrahîm Simo herwesa amaje da, “Seqamgiriya ewlehî û aborî û avedaniyê ya Herêma Kurdistanê ji aliyê hindek welatan ve bi hêsanî nayê qebûlkirin û naxwazin berdewam be, lewma bi her behaneyeka nerewa wê dikin armanc”.
Navbirî her dîsa behs kir, “Piştî ku hindek ji welatên Rojhilata Navîn tevlîbûna çalakane ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Davosê û vekirina Mala Kurdistanê li wî bajarî dît, hesûdî bi serkeftinên Herêma Kurdistanê ji aliyên siyasî û diplomatî û aborî ve bir û êrîşî wê kir”.
Tekez jî kir, “Komara Îslamî ya Îranê bi wê êrîşa hovane zirareka canî ya mezin gehand gelê Kurd, lê di eynî demê de Kurd li navxwe û derve gehandin hev jî û ew hemî li dor wê karesatê kom kirin”.
Ev di demekê de ye ku roja Duşemê, 15.1.2024, bi behaneya hebûna bingeheka Mossada Israîlê li Hewlêrê, artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî êrîş kir ser Hewlêrê û mala welatî Pêşrew Dizeyî, ku bazirganekê mezin ê Herêma Kurdistanê bû, kir armanc.
Ji verêja wê êrîşê, pênc welatî şehîd bûn û şeş welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî ne.
Li beranberî wê êrîşê, li piraniya bajar û bajarkên Kurdistanê û bajarên mezin ên Ewropayê xwenîşandin ji bo şermezarkirina êrîşên artêşa Pasdarên Îranê ya li ser Hewlêrê hatin kirin.