Fransa êrîşa li ser Zeviiya Gazê ya Kormorê şermezar dike

Zeviya Gazê ya Kormorê / Wêne: Erşîf
Zeviya Gazê ya Kormorê / Wêne: Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Fransayê li Îraqê êrîşa li ser Zeviya Gazê ya Kormorê şermezar dike û radigehîne, “Ev êrîş dibin sedema neseqamgiriyê li Îraqê”.

Peyamnêrê K24ê doh (Pêncşem, 25.1.2024) ragehand, Bi rêya moşekên Katyoşa êrîşî Zeviya Gazê ya Kormorê hat kirin û ew moşek li nêzî embara sotemeniyê keftine xwarê”.

Li dû wê vîdyoya ku ji bo K24ê hatiye şandin, şahid li nêzî wê zeviyê amajeyê didin hebûna agirekî li nêzî cihê embarên sotemeniyê û amajeyê didin ku agirekê biçûk berbûye cihê keftina wan Katyoşayan.

Zeviya Gazê ya Kormorê, ku li sala 2007ê hatiye damezrandin, dikeve nahyeya Qadirkeremê ku girêdayî qezaya Çemçemalê ye û kompaniyên Daxagaz û Hîlala Îmaratî weberhênanê lê dikin.

Fly Erbil Advertisment