Li parêzgeha Dihokê erdhejek bi hêza 4.2 pileyan rû da

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Veguhestinê ya Iraqê ragihand, erdhejek bi hêza 4.2 pileyan li parêzgeha Dihokê rû da.

Wezareta Veguhestinê ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, erdhejek bi hêza 4.2 li ser pîvana Richterê îro Şemiyê demjimêr 06:09 li parêzgeha Duhokê rû da.

Diyar kir jî, niştecihên deverê hest bi erdhejê nekirine û ti ziyanek jî çênebûye.

Amaje bi wê jî kir, di heyama du mehên borî de nêzîkî 30 erdhej li deverê qewimîne, lê ti ziyanek çênebûye.