Li Soranê 27 kes ji ber birîna daran hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi nêzîkbûna werzê zivistanê û daketina pileyên germê li herêmên çiyayî yên Herêma Kurdistanê, diyardeya birîna darên xwezayî ji bo peydakirina êzing û sotemeniyê ji nû ve serî hilda ye. Di encama van hewldanên neyasayî de bi sedan darên temendirêj û binirx hatine birîn.

Li gorî zanyariyên peyamnêrê Kurdistan24ê, li Îdareya Serbixwe ya Soranê ji ber rewşa çiyayî ya herêmê û daketina sermayê ya di destpêka payîzê de, welatî rûbirûyî qeyraneke dijwar a sotemeniyê bûne. Derengketina dabeşkirina nefta spî ji aliyê Hikûmeta Federal a Iraqê ve û bihabûna wê li bazaran—ku nirxê bermîlekê ji 300 hezar dînarî derbas bûye—sedema sereke ya berêxwedana welatiyan a li birîna daran e.

Li hember birîna daran, tîmên Polîsê Îdareya Serbixwe ya Soranê dest bi operasyonên meydanî kirin û dest danîn ser rêjeyeke mezin ji darên ku hatine birîn. Her wiha kesên ku ev binpêkirin kirine, bi biryara dadwer hatin ragirtin û rêkarên yasayî li hember wan hatin meşandin.

Polîsê Daristan û Jîngehê yê Soranê ragihand, ji destpêka werzê payîza îsal ve heta niha 27 kes li ser sûcê birîna daran hatine desteserkirin û dosyeyên wan radestî dadgehê hatine kirin.

Polîsê Daristan û Jîngehê yê Soranê hişyariyeke tund da hemû welatiyan û tekez kir ku her kesê dest bavêje birîna daran, dê rûbirûyî sizayên giran ên yasayî bibin. Rêveberiyê bang li şêniyê herêmê kir ku ji van reftarên neyasayî dûr bikevin û ji bo berjewendiya giştî daristan û jîngeha herêmê biparêzin.