Erdogan: Dem Partî berdewamiya PKKyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê Dem Partiyê wekî berdewamiya PKKyê dide nasandin û radigehîne, “CHP bi Dem Partiyê re li pişt deriyan dicive û çi piroje ji bo Tirkiyeyê nînin”.
Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê AK Partiyê Receb Teyîb Erdogan îro (Pêncşem, 08.02.2024) li Semsora Bakurê Kurdistanê tevlî civîneka cemawerî ya girêdayî parta xwe bû û ragehand, “Armanca CHPyê tenê destkeftiyên siyasî ne û çi pirojeyek ji bo xelkî nîne”.
Erdogan herwesa amaje da, “Maseya şeşalî, ku ji bo hilbijartinên par hatibû pêkanîn, pirojeyekê siyasî ye û yên ku şaş di siyasetê gehiştune dê li roja 31ê Adarê bersiva xwe werbigirin”.
Navbirî her dîsa got, “Em wekî CHPyê li pişt deriyan bi Dem Partiya ku berdewamiya rêkxistina cudaxwaz e re rûnanin, belkî em wekî hevpeymaniya komarê rasterast bi xelkî re diaxivin. Birêveberiya CHPyê di xema çarekirina arêşyên xelkî nîne, hemî ji bo bidestxistina destkeftiyên siyasî xebatê dikin”.
Pêştir Serokê Parta Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel jî li roja 30.01.2024ê, di civîna firaksiyona xwe de li perlemana Tirkiyeyê, gotarek pêşkêş kir û ragehand, “AK Partî û hevpeymanên xwe dixwazin bi rêya navanîna Dem Partiyê rojeva serekî vebişêrin û CHPyê jî wekî parteka siyasî peywendî bi Dem Partiyê re heye û çi tiştên veşartî nînin”.