Piştîwan Sadiq: Serokê Emenistanê ji bo Hewlêrê ecêbmayî ma
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê behsa serdana heftiya borî ya Serokê Emenistanê dike û dibêje, “Serokê Emenistanê ji bo Hewlêrê ecêbmayî ma û got: Cudahiya Hewlêr û Bexdayê wekî cudahiya erd û asmanan e”.
Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq behsa serdana heftiya borî ya Serokê Emenistanê Vahagn Khachaturyan kir û got, “Serokê Emenistanê ji bo Hewlêrê ecêbmayî ma û got: Cudahiya Hewlêr û Bexdayê wekî cudahiya erd û asmanan e”.
Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa bi henek got, “Hûn hemî dizanin ku Serokê Ermenistanê partî nîne”.
Ev gotinên Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya vekirina mizgefta Hecî Mekiye de bû li bajarê Hewlêrê, ku ji aliyê binemala Hecî Yehya Bacgir ve hat vekirin.
Li Herêma Kurdistanê 5400 mizgeft hene, ku 1995 mizgeft li bajarê Hewlêrê, 1934 li Silêmaniyê, 1189 li Dihokê û 282 jî li Germiyanê ne. Li dû amaran jî, nêzî 100 welatiyan daxwazên avakirina mizgeftan pêşkêşî Wezareta Ewqafê kirine.