Dem Partî ji 15ê Adarê ve dest pîrozbahiyên Newrozê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Dem Partiyê dîroka pîrozkirina Newrozê aşkere kir ku li gorî lîsteya hatiye ragihandin, dê îsal li Bakurê Kurdistanê û tevahiya Tirkiyeyê bi pêşengiya Dem Partiyê li 57 navendan, Newroz were pîrozkirin.

Lîsteya dîroka pîrozbahiya Newrozê ya bi pêşengiya Dem Partiyê tê pîrozkirin hat ragihandin. Li gorî lîsteyê pîrozbahiyên Newrozê dê 15ê Adarê li Dep a Xerpêtê dest pê bike û 25ê Adarê li Agiriyê bi dawî bibe. Îsal pîrozbahiyên Newrozê yên ji aliyê Dem Partî ve tên lidarxistin li 57 bajar û navçeyên Bakurê Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê tên li darxistin.

Li gorî lîsteya hatî ragihandin dîrok û cihên pîrozbahiyê wiha ne:

15ê Adarê Dep a Xerpêtê.

17ê Adarê li Giyadîna Agirî, Dîlok, Kanîreşa Çewligê, Colemêrg, Dîgora Qersê, Şirnex, Pirsusa Ruhayê, Xelfetiya Ruhayê, Wan, Stenbol, Bursa, Denîzlî, Îzmîr, Kocaelî, Osmaniye, Tekîrdag.

19ê Adarê li Patnosa Agirî, Bazîda Agirî, Golana Qersê, Dêrsim, Qereçana Erziromê, Hatay, Qaqizmana Qersê, Nisêbîna Mêrdînê, Mûgla, Milazgira Mûşê, Kopa Mûşê, Dihê Sêrt, Qilabana Şirnexê, Cizîra Botan, Wêranşara Ruhayê, Balikesîr.

20ê Adarê li Erdîşa Wanê, Batman, Tetwana Bedlîsê, Aydin, Çanakkale, Gevera Colemêrgê, Îdir, Konya, Manîsa, Qosera Mêrdînê, Sêrt, Çewlig, Mêrsîn, Elkê Şirnexê.

21ê Adarê li Diyarbekirê.

23ê Adarê li Şemzînana Colemêrgê, Mûş, Enqere, Ruha.

24ê Adarê li Çelêya Colemêrgê.

25ê Adarê li Agiriyê.