Li Hewlêrê 3 pasewanên sînor di encama teqîna mînekê de şehîd bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama teqîna mînekê li baregeha Fermandariya Navçeya Yek a Hêzên Pasewanên Sînor, 3 paswan şehîd bûn û yek jî birîndar bû.

Fermandariya Navçeya Yek a Hêzên Pasewanên Sînor îro 10ê Adarê di di daxuyaniyekê de ragihand, 2 endamên Hêzên Pasewanên Sînor di encama teqîna mayinekê de şehîd bûn û pasewanek' din jî birîndar bû.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê hate kirin, piştre ew pasewanê birîndar ji ber giraniya birînên xwe li nexweşxaneyê şehîd bû. 

Bûyera teqînê mînê li baregeha Fermandariya Navçeya Yek a Hêzên Pasewanên Sînor li Hewlêrê bû ku mînên ji navçeyên sînorî tên derxistin, ji bo pûçkirin û têkbirina wan, li wê baregehê tên komkirin.