Li Erzinganê bihayê 18 milyon lîre maddeya hişbir hat desteserkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji aliyê Parêzgeriya Erzînganê ve hat ragihandin, di encama lêgerîna otomobêlekê de bihayê 18 milyon lîre madeyên hişbir hatiye girtin û 2 kes jî hatine binçavkirin.
Parêzgeriya Erzinganê ragihand, ji aliyê Gerînendehiya Ewlekariya Erzinganê û Dezgeha Hewalgiriyê ve operasyonek li dijî bikaranîn û bazirganiya maddeyên hişbir hat li darxistin ku di encama lêgerîna otombêlek hatî rawestandin de 58 kîlo maddeyên hişbir ên bi cureya SKUNK hatiye girtin ku bihayê wê 18 milyon lîreyê tirkî ye.
Hat ragihandin ku di encama operasyonê de kesek li Erzingane û kesek jî li Çewligê hatine girtin û kesek jî piştî wergiritna îfadeyê bi mercê kontrol dadî hatiye berdan.