Karo Kawa: Tenê Parlamentoya Iraqê dikare sînorekê ji Dadgeha Federal re deyne

Navenda Nûçeyan (K24) – Şarezayekî yasayî dibêje, tenê Parlamentoya Iraqê dikare Dadgeha Federal sînordar bike. Tekez kir jî: “Dadgeha Federal li ser bingeheke nedestûrî hatiye avakirin.”

Nivîskar û pisporê yasayî Karo Kawa ku pirtûkek bi navê “Herêma Kurdistanê di Navbera Destûr û Dadgeha Federal de” nivîsiye, ji K24ê re got: “Dadgeha Federal li ser bingeheke nedestûrî hatiye avakirin û nabe biryarên wê bên cîbicîkirin.”

Karo Kawa got: “Li gorî yasaya Hevpeymaniya Rêvebirina Dewletê, ku Dadgeha Federalî di sala 2005an de li ser wê hat avakirin, divê dadgeh ji sê çînan pêk were: Dadwer, pisporên yasayî û pisporên olî, lê niha di dadgehê de tenê dadwer hene, ev jî li dijî yasayê ye.”

Weke ku wî nivîskarî gotiye: “Tenê Parlamentoya Iraqê dikare Dadgeha Federal sînordar bike. Eger lihevkirineke siyasî hebe, Parlamentoya Iraqê dikare Dadgeha Bilind a Federalî hilweşîne û li gorî destûrê dadgeheke nû ava bike ku her sê pêkhateyên Kurd, Sunne û Şîe tê de cih bigirin.”

Karo Kawa herwiha got: “Piraniya biryarên Dadgeha Federal destê siyasî li pişt in û li dijî qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û xelkê wê ne.”