Her 4 tîmên nîv-fînala Champions League diyar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Qonaxa çarîk-fînala Champions League bidawî bû û her ji Paris Saint-Germain, Borussia Dortmund, Real Madrîd û Bayern Munchen gihîştin qonaxa nîv-fînalê.
Şeva borî lîstikên çarîk-fînala Champions League bidawî bûn ku Real Madrîd piştî wekheviya ligel Manchester Cityê bi lêdana penaltiyan (4 - 3) biser ket û derbasî qonaxa nîv-fînalê bû.
Her şeva borî jî, Bayern Munchen pêşwazî li Arsela kir û bi encama (1 - 0) biser ket û ji encama her du lîstinên gerên çûn û hatinê, Bayern Munchen gihîşt qonaxa nîv-fînalê.
Roja Sêşma borî jî, Paris Saint-Germain bi encama (4 - 1) li hember Barcelona biser ket û ew jî derbasî qonaxa nîv-fînalê bû.
Herwiha Borussia Dortmund jî roja sêşemê bi encama (4 - 2) bi ser Atletico Madrid ketibû û gihîştibû qonaxa nîv-fînalê ya Champions League.
Di nîvfînalê de ku biryar e di 30ê Nîsanê û 1ê Gulana 2024an de bên lîstin, Real Madrîd û Bayern Munchen tên hemberî hev û Paris Saint-Germain rûbirûyî Borussia Dortmund dibe.