Li Rihayê Êrîşî Nivîsîngeha Dem Partiyê hat kirin

Nivîsîngeha Dem Partiyê ya ku êrîşî wê hatiye kirin
Nivîsîngeha Dem Partiyê ya ku êrîşî wê hatiye kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Êrîşeke çekdarî li ser Nivîsîngeha Dem Partiyê li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê hat kirin, zirarên canî nînin.

Serê sibeha îro (Çarşem, 08.05.2024) li Qezaya Bêrecûkê ya Parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê êrîşeke çekdarî li ser Nivîsîngeha Dem Partiyê hat kirin.

Wekî ku medyayên Tirkiyeyê parve kiriye, di wê êrîşa çekdarî de 14 gule arasteyî avahiyê wê nivîsîngehê hatine kirin lê çi zirarên canî jê çê nebûne û tenê camên wê nivîsîngehê hatine şkandin.

Li dû eynî çavkaniyê, tîmên polîsan û hêzên ewlehiyê yên parêzgeha Rihayê li ser wê rûdanê dest bi vekolanan kiriye û li ser bizavên xwe ji bo girtina bikerên wê êrîşê berdewam in.

Serê sibeha roja Yekşemê hilbijartinên şaredariyan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin kirin, Dem Partiyê 72 şaredarî û sê şaredariyên mezin mezin li Bakurê Kurdistanê bi dest xistin.

Di dema borî de daxistina Dem Partiyê careke din li rojeva Tirkiyeyê reng veda. Ev mijar wê gotgotkê gerim bû ku qaşo Dem Partiyê li wan şaredariyan ên ku di hilbijartinên 31ê Adara îsal de bi dest xistine alaya Tirkiyeyê û wêneyê Damezrînerê Komara Tirkiyeyê Mustafa Kemal Ataturk û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li nav avahiyan nehêlane.

Daxistina partiyên Kurdan an jî wan partiyan ên ku li dû mafên Kurdan digerin li Tirkiyeyê tiştekî nû nîne, heta niha heft partî bi biryara dadgehê hatine daxistin û du partiyan jî xwe helweşandiye. Tê pêşbînîkirin ku daxistina Dem Partiyê bibe rojeva çend rojên bê yên siyaseta Tirkiyeyê.