Kesek bi tometa êrîşa li ser nivîsîngeha Dem Partiyê hat desteserkirin

Nivîsîngeha Dem Partiyê ya ku êrîşî wê hatiye kirin
Nivîsîngeha Dem Partiyê ya ku êrîşî wê hatiye kirin

Diyarbekir (K24) - Kesek bi tometa êrîşa çekî ya li ser nivîsîngeha Dem Partiyê li navçeya Bêrecûkê hat diyarkirin û paşî hat desteserkirin.

Parêzgeriya Rihayê bi daxuyaniyek nivîskî eşkere kir ku, kesek bi navê H.B bi tometa êrîşa çekî ya li ser nivîsîngeha Dem Partiyê li navçeya Bêrecûkê hat diyarkirin û paşî ew kes hat desteserkirin.

Parêzgeriya Rihayê di wê daxuyaniya xwe ya nivîskî de tekez jî kir ku, lêkolînên li ser wê rûdanê berdewam dikin.

Li gor zanyaran, ev kesê navê wî nehatî zelalkirin birayê şarederê ku ji Dem Partiyê îstîfa kirî Mehmet Begî ye.

Serê sibeha roja Yekşemê hilbijartinên şaredariyan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin kirin, Dem Partiyê 72 şaredarî û sê şaredariyên mezin mezin li Bakurê Kurdistanê bi dest xistin.

Di dema borî de daxistina Dem Partiyê careke din li rojeva Tirkiyeyê reng veda. Ev mijar wê gotgotkê gerim bû ku qaşo Dem Partiyê li wan şaredariyan ên ku di hilbijartinên 31ê Adara îsal de bi dest xistine alaya Tirkiyeyê û wêneyê Damezrînerê Komara Tirkiyeyê Mustafa Kemal Ataturk û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li nav avahiyan nehêlane.

Daxistina partiyên Kurdan an jî wan partiyan ên ku li dû mafên Kurdan digerin li Tirkiyeyê tiştekî nû nîne, heta niha heft partî bi biryara dadgehê hatine daxistin û du partiyan jî xwe helweşandiye. Tê pêşbînîkirin ku daxistina Dem Partiyê bibe rojeva çend rojên bê yên siyaseta Tirkiyeyê.