Li Antalyayê balafireke din bi erdê re kaş bû

Diyarbekir (K24) – Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, li Balafirgeha Gazîpaşa-Alanyayê ya Antalyayê, tekerê balafireke aîdî Rêhewaya Corendonê teqiyaye û di dema daketinê de bi erdê re kaş bûye. Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê wezareta Veguhestinê ya Tirkiyeyê ye hat ragihandin, di vê bûyerê de birîndariyek çênebûye.

Di agahiyên ku hatin dayîn de hat diyarkirin ku balafira ku 190 kes tê de bûn, dema daketinê tê dîtin ku teker teqiyaye û li ser gewda xwe bi erdê re kaş bûye.

Li ser bûyerê Wezareta Veguhestinê ya Tirkiyeyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û hat gotin ku “Îro saet di 11:00an de balafira bi tîpa B738 a aîdê Rêhewaya Corendonê ya ku sefera xwe ya navbera Koln û Gazîpaşayê dikir, dema daketinê ji ber teqîna teker kaş bûye û ji pêş ve xisar dîtiye. 184 rêwî û 6 xebatkar, bi giştî 190 kesên ku di balafirê de li qada firînê mabûn, bi temamî hatin veguhestin. Di nav rêwiyan de birîndariyek çênebû û li gorî agahiyên ber destan, li qada firînê jî xisarek çênebûye. Seferên ku rêwî li bendê ne dê ber bi Antalyayê ve werin veguhestin. Piştî lêkolîna tîma teknîkî, dê balafir ji qadê were rakirin.”