Penîrê meşkê yê Erzincanê: Çîroka keda malbatan a li zozanên bilind
Navenda Nûçeyan (K24) – Penîrê meşkê yê Erzincana Bakurê Kurdistanê bi rêbazên bav û kalan li zozanên bilind tê berhemanîn. Tevî keda giran a hemû endamên malbatê û bihayê wî yê bilind li bazarê, hilberîner ji ber mezaxtinên zêde giliyan dikin.
Li zozanên navçeya Kemahê ya Erzincana Bakurê Kurdistanê, bi tîrêjên rojê re jiyan û kedeke bêhempa destpê dike. Tevî mercên dijwar ên xwezayê, şêniyên navçeyê li ser şopa bav û kalan, ji şîrê mihên ku li mêrgan diçêrin, penîrê meşkê yê navdar berhem tînin. Ji bo amadekirina penîrê meşkê yê bitam û bêhnxweş, ji zarokan heya kalan, hemû endamên malbatê bi hev re dixebitin.
Hilberînerê penîr Omer Farûk Kuçukkaya: "Şev û roja berhemanîna penîrê meşkê yê Erzincanê tune ye. Zarok, kal û pîr, jin her kes dixebitin. Em kedeke mezin didin lê em beramber keda xwe nastînin. Mezaxtina hilberîna penîr zêde ye û dahata wê jê kême."
Rola dayikan di hilberîna penîrê meşkê de bêhempa ye. Li aliyekî zarokan xwedî dikin û li aliyên din jî barê herî giran yê jiyanê li zozanan hildigirin ser milên xwe.
Ajeldar Orhan Kuçukkaya: "Em ji bo berhemanîna penîrê meşkê ajelan dibin zozanan. Dotina şîr bi awayeke xwezayê tê kirin. Em mihan rojê du caran didoşin. Piştre bi destê dayîkan tê hêvên kirin û paşê difiroşîn bazirganan."
Zarok jî hem di çêrandin û dotina mihan de dibin piştevanên malbatên xwe, hem jî di nava xwezayê de fêrî çanda bav û kalan dibin.
Xwendekarê seretayî Kenan Asaf: "Em alîkariya bapîrê xwe dikin, mihan diçêrînin. Em penîrê meşkê yê Erzincanê bi awayê herî xweş çêdikin."
Penîrê meşkê yê Erzincanê ku bi bêhna xwe ya xwezayî û şêwazê xwe yê kevneşopî navdar e, piştî vê rêwîtiya zehmet, dibe xemla sifreyan. Her çende bihayê kîloyeke wî digihe 17 dolaran jî lê ji ber tama xwe ya bêhempa rastî eleqeyeke mezin tê.