Di êrîşeke Îranê bo ser Kuweytê de çar kes brinîdar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Kuweytê ragihand ku di encama bersivdana dronên Îranî û ketina perçeyekê li pêgeheke giring, çar kes birîndar bûn û zirarên madî çê bûn.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Kuweytê Eqîd Rukn Seûd Ebdulezîz Etwan îro Pêncşem 26ê Mijdara 2026ê, ragihand ku hêzên çekdar çend dronên Îranî li asmanê Kuweytê de dîtine û rêkarên pêdivî li hember wan bi cih anîne û bersiva wan daye.

Etwan zelal jî kir ku êrîşa Îranî bûye sedema hingaftin û ketina perçeyekê li yek ji pêgehên giring, bi wê sedemê jî çar kes birîndar bûn. ew birîndar jî welatiyekî Kuweytî, du welatiyên Îtalyayî û welatiyekî Pakistanî bûn.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Kuweytê heriwsa got: "Birîndar ji bo wergirtina çareseriya pêdivî bo nexweşxaneyê hatine veguhestin ", herwisa wê êrîşê zirarên madî jî li pey xwe anîne.

Hêzên çekdar ên Kuweytê tekez dikin ku ew li ser bicihanîna erkên xwe bi şiyaneke bilind berdewam in. Ev pêngav di çarçoveya amadehiya berdewam de ye, ji bo bicihanîna hemî rêkarên pêdivî bi merema parastina serweriya niştiman û piştrastbûna ji ewlehî û tenahiya welatî, ew jî bi hevahengiya ligel aliyên peywendîdar bi awayekî ku silametiya welatî û şêniyan bê parastin.